Alîkarîya jinan Sivnik (Gêzik)…

sevdall

Li gor derfetên her demê cureyên sivnikan derketîye holê. Gelo sivnika ewil çawa bûye ,ji çi hatîye çêkirin û ji bo çi hatîye bikaranîn. Helbet mirov ji bo ku qirêjîya malên xwe an derdora xwe pakij bike, lazim bû ku tiştekî li gor îxtîyaca xwe çêbike. Ewlî li gor derfetên dema xwe fikirîye. Him xwestîye karê xwe pêk bîne, him jî tiştekî hêsan bibîne. Ji ber wîya ye ku mêjîyê xwe şixûlandîye.

Di wan demên pêşî de, ji bo ku hawîrdora xwe, ji maddeyên nayê xwestin pakij bike, sivnik îcad kiriye. Helbet sivnikên demên berê ji giyayan hatine çêkirin. Helbet taybetmendîya sivnika malan hebû. Lewra ew ji giyayên taybet dihatin çêkirin. Tayabetîya gîyayan jî hebûn. Jê re digotin giyayê sivnikê. Bi navekî din, giyayê Adesa. Ev gîyayê sivnikê ji tebîetê dihate komkirin. Rengê gîyayê, sor bû. Ji ber ku giya bi kûkûrt bû. Têlên sivnikê bi toxim û bi pel bû. Ji ber vê yekê  têlên sivnikê, ji toxim û ji pel yek bi yek dihate safî kirin. Têl bi têl, yek bi yek didan berhev wek tomarekî, baxekî kom dikirin. Sivnikên ku dirêjahîya wan qasî hev bûn weke hev dihatin qut kirin, dûvre jî bi bendekî ji ser têlên gîyayê sivnikê dihate girêdan. Paşê baxê sivnikê didan ber tavê hinek ziwa dikirin. Helbet bi wê şiklî jî hatîyê bikar anîn, lê belê giya ji ber ku teze bûye emrê wê bi vî rengî pir dirêj nedibû. Ji ber vîya li ber tavê hinekî dihate ziwakirin.  Dûvre ji bo ku mirov  di ser bendê re bikaribe bi destê xwe pê bigre bi bendekî  girêk dihat avêtin. Helbet ev sindika ku bi destê jinan dihat çêkirin bi temamî xwezayî bû.  Yanî mirov dema ku li sindikê  dinêrî, didît ku  şiklê wê ne estetîk e,  lê belê mirov dikarîbû  karê xwe  pêk bîne. Jinan jî  bi vî şiklî derûdora xwe pakij dikirin. Nav malên xwe, ber derîyên xwe û baxçeyên  xwe bi sivnikê pakij dikirin. Dema ku sivnik pir hişk bûya hinekî bi avê şil dikirin û bi vî awayî bikar dianîn û bêhtir jê feyde digirtin. Sedema şilkirina sivnikê jî ji bela ku gîya bi kûkûrt bû,dema şil dibû bêtir xweşkayî erd pakij dikir. Dema ku sivnik bikar nedianîn, sivnikê  yan li ber derîyên derva ,yan jî li ser derîyên derva dadiliqandin.  Ev jî bûbû adetekê. Hinekan jî digotin bawerîyek e. Heger ku sivnik li ser derî bê daliqandin û serê sindikê bi temamî bi têlan were badan û mixek were kutandin, dihat wê maneyê ku keçên li ber zewacê yên wê malê hene. Heger ku sindik li ber derî be, xwedîyê malê, xanima malê ye û zewicandî ye.

Helbet dûvrê ev kar hinekî din bi profesyonelî hatîye bikar anîn. Giyayên ku ji xwazayê hatîye kom kirin di atolyeya sivnikan de hatîye şixûlandin. Ev şixûlandin di atolya sivnikan de bi şiklê din bûye. Bax bi bax ji alîyê esnafên sivnikan ve ev gîya hatine standin, dûvre ji toxim  û pelên wan hatine safîkirin. Bi eynî şiklê hatine qutkirin. Têlên sivnikan ji ber ku bi kûkûrt bûye, bi avê hatine şilkirin. Sivnik ji ber ku bi kûkûrt bû, dianîn dikirin  odeyekê û li wê derê bi halê xwe  xwê didan. Rengê wan zer dibû. Paşê bi kêrekê ji hevdin dihatin safîkirin. Têlên stûr, bi goşt û girs ji bo serî, yên zeîf û qels jî ji bo şixûlandinê dihatin veqetandin. Ew baxên têlên sivnikê di nav lingê xwe de serê sivnikê bi têlan girêdidan. Paşê jî bi şûjinê dihat dirûtin. Bi vî şiklî sivnik li atolyeyan dihate çêkirin. Di roja me de jî ev sivnikên malan hîn jî li hinek herêman tên çêkirin. Helbet hîn sivnikên ji gîya di bexçe û balkonan de tên bikaranîn  Helbet piştî van sivnikan sivnikên modern jî derketin holê. Jê re digotin girgir. Piştî girgirê jî îcar sivnikê ceyranan derket.

Belê em di vî karî de jî keda destê  jinan dibînin. Wekî di her warî de di warê çêkirina sivnikê de jî jin dîsa tên berçavan. Helbet ev aleta demên ewlî sivnikê giyayî,  bi destê jinan hatîye îcadkirin. Yanî jin em dibînin ku dîsa bi keda destê xwe alîkarîya jîyanê kirîye, ji bo ku karê xwe hinekî hêsan bike ev alet derxistîye holê. Bi xêra jinên demên berê  îro jîyana  jinên bajarî bêtir hêsan bûye. Divê mirov mafê dayik û pîran bide destê wan û spasîya xwe pêşkeşê wan bike…

NİVÎSKAR (YAZAR): SEVDA KAPLAN

İlgili Haberler

Top