“Rindêxan‘’ navê xwe bi pênûsa jinên egîd nivîsandîye…

Bi hereketa sîyasî yê jinên Kurd, jin ji malan derketin meydanan. Jinên Kurd ji nû ve bûnewerî… Ji nû ve xwe avêtin nav civata civakî. Jin bûbûn jinên ku hew zarok tîne, yên pişt derîyan. Lê belê bi tevgerîya sîyasî ya Kurdan, jinên Kurd, xwe di nav civatê de dîtin, êdî beşdarî sempozyum, panel, civîn û hwd dibûn. Jin bixwe êdî bawer bûn, wê jî bi rehetî fikrên xwe dikarîbû eşkere bi herkesî re parve bike. Heger ku di nav koma ku girêdayîyê de biryarekê wê bihata girtin wê jî wek endama komê ramanê xwe digot, heta carna bi zimanekî tuj rexneyên xwe dikir.

Em di dîroka Kurdan de vê tevgerê dibînin. Yanî ji bo gel tiştekî ne ecêp bû. Lewra di gelek deman de jinên Kurd di her warî de li ber zordarî û zilmê serî rakiriye. Ji van deman mînak gelek in, di dema serhildana Dêrsim û Sasonê de em gelek navan dibînin.

Ji van navan yek jî Rindêxan e. Rindêxan di sala 1926’an de di serhildana Sasonê de navekî gelek girîng e. Jinikeke gelek bedew, wêrek û egîd bûye. Rindêxan bi van navan hatîye naskirin. Ev xanima qehreman ji mala malbata Ûnîs bûye. Yanî keçika serokê serhildana Sasonê Mihemmedê Elîyê Ûnîs e. Piştî serhildana Şêx Saîd, ev malbat serî hildide û dixwaze heyfa şêx Saîd hilîne. Ev serhildan di nav civata Kurdan de bûye destan. Her tim li ser zimanan bûye. Jinan di nav xwe de her tim qala egidîya Rindêxan kirine. Carna bi çîroka wê hevdû hîşyar kirine. Li gor hinek lêkolîneran dibêjin Rindêxan di şer de tê kuştin ,li gor hinekan jî êsîr dikeve. Li gor rîvayetê dibêjin, fermandarekî ku Rindêxanê pê digre, li ber bedewbûna Rindexanê wê nakûje û dixwaze lê xwedî derkeve. Helbet ev xwedî derketin bi nêyeteke xerab e. Rindêxan bêçare ye, êsîr e, li ber xwesteka fermandarê jê re dibêje ku, tu mafdarî , ez êsîrê te me, mafê te heye li ser laşê min ,l ê belê ez naxwazim li ser axa ku malbata min li ser dijî bi te re bibim û têkevim paşilê te. Heger tu min ji axa malbata min derxî wê demê ezê bi te re bibim. Helbet li ber xwesteka keçikê, fermandar wek keçikê dike. Rindêxan ji axa bavê wê derdixe, jê dipirse sînora axa bavê te heya ku derê ye. Rindêxan pira Silivayê nişan dike. Fermandar wek Rindêxan dike û tîne heya pira silivayê. Keçik ji fenmandar re dibêje ku heger tu destur bidî ez dixwazim cara dawîyê li axa bavê xwe temaşe bikim. Li ser vêya fermandar destûr dide, Rindêxan derdikeve ser pirê û berê xwe dide axa bav û kalanên xwe û xwe ji nişka ve berdide ber bi jêr ve nav çema silîvayê û xwe dikuje.Dema ku xwe diavêje nava çemê wiha dibêje;’’ Ez ê bi birîndarî û bi qedera xwe bimrim lê belê hûn min nikarin bêrumet teslîm bigrin.’’
Yanî bi kurtasî Rindêxan wek serokeke bi bavê xwe re têkoşîn daye .Gelek jinên egid di nava civata Kurdan de cîh girtîye. Lê belê navê hinekan hatîye bihîstin ya hinekan nehatîye bihîstin. Di derheqê jiyana wan de jî agahîyên kêm hene. Rindêxan jî navê xwe, di dîroka jinên Kurdan de bi pênûsên egidên wek xwe daye nivîsandin.

Divê li ser van jinên wêrek û egîdan gelek çalakî an, nivîs, pirtûk, perda sipî werin çêkirin. Li gor hinek lêkolîneran dibêjin piştî serhildanê, li alîyê rojavayê ev destana Rindêxan wekî lîstika şanoyê hatîye lidarxistin. Hêvîdar im ku li Turkîye jî derhêner û senarîstên ekranan ev destanên nemir wê bikin destanên ber çavan. Ez bawer im ku wê êdî bibin wek ronahîya gelên xwe…. 

İlgili Haberler

Top